ilahi sözünü paylaş

Arkadaşların arasında bunu ilk beğenen sen ol!

Mesut Biçim – Kürtçe Mevlid

Mesut Biçim Kürtçe Mevlid İlahi Sözü

Bavê Ehmed ‘Ebdullahê nûcivan,
Layiqê navê Muhemmed pir bi şan.
Rind û levhatî gelek bû bê hîsab,
Guh neda bê ‘arî û karê xerab.

Wesfê ‘eybê lew li dora wî nebû,
Lew ku nûra Ehmedê pak pê re bû.
Pir şêrîn bû ber dilê bavê xwe ew,
Sed deveh dabû di ber canê wî lew.

Pîr bû ‘Ebdulmutalîb lê wî di zan,
Hê nekir xwey zewcê ‘Ebdullahê can.
Xwest ku jê ra bîne jinekî pir delal,
Hem ji malek pir esîl û nan helal.

Nav temamê qîzê rindê Mekkiya,
Jêr munasîb dît keça Wehb maliya.
Amîne pak û temîz bû bê qeder,
Hem esîl û nazenîn û mu’teber.

Pir şeref daye Xwedayê La-mekan,
Ew neqand ji walîdê cumle cîhan.
Rabû ‘Ebdulmutalîb kir kar û bar,
Dawetek gelkî mezin çêkir ji war.

Xelqê Mekkê tevde hatin dawetê,
Hem nîkaha wan birin wê saetê.
Barî nûr ser bûk û zava wê demê,
Da melek tesbîhê Rebbê ‘aleme.

Pir bi qedr in ew li ba Reb herdu zat,
Lew ji wan çêbû ye fexrê kâinat.
Ew muşerref bûn bi nûra Ehmedî,
Daye wan ev lew Xwedayê Sermedî.

Borî şeş meh ser wîsala herdukan,
Ew se’îd bûn nêv şev û roj her zeman.
Lê ku zava çû dîyarê xurbetê,
Amîne bi hemlê xwe ma der hesretê.

Çû gihat karwanê Şamê da herê,
Boy bi bînê hewceyên mal daye rê.
Lê nebû qismet werê ew ber bi mal,
Lew nexweş ket ma li Medînê bê mecal.

Xelqê karwan çû bi rê ket dil bi jan,
Ma lê ‘Ebdullah di nêv êşa giran.
Wextê karwan hate malê ew ne hat,
Wî nema dît bavê û dê yar û welat.

Çunkî bazirganê karwan da xeber,
Ketiye huznê xanedan lew bê qeder.
Lew zû Haris çûye Yesrîbê ji mal,
Lê vegeriya ew tenê hat bê heval.

Bîst û pênc sal ‘umrê canê dîlberê,
Şerbeta mergê vexwar wî li wê dere.
Ma li Yesrîbê mekanê hîcretê,
Ma li Yesrîbê diyarê fîrqetê.

Ew li xurbet ma tenê di nêv meqberê,
Lew ne hat wesla hebîb û ma dere.
Hingê ‘Ebdulmutalîb ma pir neçar,
Bûye xemgîn ew ji derdê bê debar.

Wê ji êşa nav û dil bê îxtiyar,
Pir rijandin hêstirê çavan bê jimar.
Bûye mehzûn her çi tiştê her zemîn,
Ser wefata bavê narîn pir girîn.

Herdu çavê Amîne bûn mislê çem,
Yek demê muhlet nedayê derd û xem.
Wey weled yar wey weled yar wey weled,
Lew nedî wî kodekê min sed meded.

Ka ‘ezîzê min çima ma li xurbetê,
Ez tenê hiştim di nêva fîrqetê.
Kanî ‘Ebdullah civanêm kir wefat,
Daye ser cerg û dilê min lew şewat.

Ma heye teqet bigirim hey hewar,
Ser dinê çawa bikim sebr û qerar.
Hate girtin ser mi deriyê wesletê,
Mam di nêva ah û derd û hesretê.

Ma yetîm ewladê min ma bê xwedî,
Wî li dinyê carekî bavê xwe nedî.
Xem ne xwe ey dayika can Mustefa,
Nav dilê xwe bavê ji van derd û cefa.

Ew yetîm anî dinê bi hîkmeta,
Kirye emsal ew ji boyî milleta.
Bê xwedî namîne ev nûra cîhan,
Lew ji bo wî Rebbê ‘alem bû şivan.

Rebbê ‘alem çêtir e hji her hamiya,
Hazir û hem nazir e lew li her ciya.
Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam,
Her bibêjin es-selat û wes-selam.

Essalatü vesselamü aleyke ya Resulallah,
Essalatü vesselamü aleyke ya Habiballah,
Essalatü vesselamü aleyke ya Nebiallah.